Galeriya wêneyan

17-11-2018
0 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre civîneke çapemeniyê pêk anî.

Mehmûd Mihemed derbarê civînê de ragihand: “Em îro li gel birayên me yên YNKê civiyan û em herdu alî li ser piraniya gotûbêjan weke hev bûn û tiştê ku ji aliyê me (PDK û YNK) ve giring e, em dixwazin bi hev re xeyaleke hevbeş çêbikin, daku van çar salên dahatû ji bo xelkê xweş be.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre jî ragihand: “Me pêşwazî li şanda bilind a PDKê kir ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û me tekezî li ser wê yekê kir ku em çawa ji xeletiyên berê sûd werbigrin. Herwiha divê pirsgirêkan çareser bikin daku bi awayekî zû bikarin hikûmetê pêk bînin.”