Li Sêwazê li pey hev 2 erdhejên tirsnak çêbûn

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,7 pileyan û bi hêza 4,1 pileyan du erdhej li pey hev çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li Sêwazê du erdhej çêbûn.

Li gorî AFADê, erdheja yekem demjimêr 11:29ê çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 10,57 kîlometre bûye.

Erdheja duyem jî demjimêr 11:39ê çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

Kûrahiya wê erdhejê jî 22,97 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst