Li Kobaniyê zava gule li malbata hevjîna xwe reşandin: 3 kuştî, 2 birîndar

17-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Êlimê yê bajarê Kobaniyê di bûyereke malbatî de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Êlimê yê bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê zavayekî gule li malbata hevjîna xwe reşandin û dawî li jiyana xwe jî anî.

Di bûyerê de Kamîran Îbrahîm Besrawiyê 37 salî, Fewaz Fethî Besrawiyê 44 salî û bavê wî Fethî Besrawî canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ji Kobaniyê diyar kir ku Kamîran Besrawî gule li malbata hevjîna xwe reşandin.

Bûra û xezûrê xwe kuştin

Di encamê de Fewaz Besrawî yê ku birayê hevjîna wî (bûra) ye canê xwe ji dest da.

Fethî Besrawiyê bavê hevjîna wî û biraziya hevjîna wî jî birîndar bûn.

Piştre xezûrê wî Fethî Besrawî jî li Nexweşxaneya Emelê ya Minbicê canê xwe ji dest da.

Heta niha nayê zanîn ku Kamîran Îbrahîm Besrawî çima gule li malbata hevjîna xwe reşandine.

Xwe jî kuşt

Kamîran Îbrahîm Besrawî piştî ku 2 kes kuştin dawî li jiyana xwe anî.

Hêzên asayîşê dest bi lêkolînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst