YBŞê li Şingalê êrişî tîma Rûdawê kir

17-08-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) êrîşî ser tîma Rûdawê kirin û Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim jî birîndar kirine.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand îro Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê li Şingalê tîma Rûdawê rastî êrişa şervanên YBŞê hat.

Nasir Elî diyar kir ku dema tîma Rûdawê dixwest rûmala bombebarankirina binkeya tenduristiyê li Şingalê bike ji aliyê şervanên YBŞ êrîşê ser wan hat kirin û Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim birîndar kirin.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn ku şervanên YBŞê otomobîl, kamera û kelûpelên tîna Rûdawê  bi xwe re birine.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst