Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di wergerîna wesayîteke çandiniyê de 7 kes birîndar bûn.
Li bajarokê Ciwanikanê yê Sêrtê, wesayîta çandiniyê ya ku wekî "patpat" tê naskirin û Kadir A. diajot, ji kontrolê derket û wergeriya.
Hat ragihandin ku kesên di wesayîtê de ji bo berhevkirina fistiqan diçûn baxçeyê.
Di qezayê de li gel ajokar Kadir A., her wiha Hakan A., Îlhan A., Nasîbe A., Feleknaz A., Saniye A. û Tahir A. birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112yê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya pêşî birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

.jpg&w=3840&q=75)

