Hewlêr (Rûdaw) - Hingivê ku ji aliyê mêşvan Yusuf Goktepe ve tê hilberandin, di pêşbirka li Londonê de madalyaya zêrîn bi dest xist.
Par jî li Parîsa paytexta Fransayê madalyaya zêrîn wergirtibû.
Yusuf Goktepe beriya 4 salan ji ber tayîna hevjîna xwe ya akademîsyen hatibû Şirnexê.
Li vir bi pêşniyar û piştgiriya Mehmet Zekî Sîdar 10 kewar standin û dest bi mêşvaniyê kir.
Yusuf Goktepe bi tevahî bi 200 kewaran ku 165 ji wan bi mêşhingiv û 35 ji wan jî reşkewar in, salane nêzîkî 2,5 ton hingiv hildiberîne.
Ew ji kalîteya hingivê xwe pir ewle ye û loma dişîne pêşbirkên welatên derve jî.
Hingivê Goktepe Kanûna Paşîn a sala 2025an di Pêşbirka Hingiv a Navneteweyî ya li Parîsê de Xelata "Tama Zêrîn" wergirtibû.
Îsal jî 27ê Hezîranê di Pêşbirka Hingivê Herî Baş ê Navneteweyî ya li Londonê de madalyaya zêrîn qezenc kir.
Pile bi rêbaza “tamkirina kor" tên diyarkirin
Yusuf Goktepe anî ziman ku ew pir kêfxweş e ku hingivê wî piştî kedeke mezin li Parîsê du sal li pey hev madalyayên zêrîn bi dest xistine.
Goktepe diyar kir ku ew bi markaya xwe ya taybet hingiv hildiberînin û dê hilberîna hingivê bi kalîte her tim bidomînin û wiha berdewam kir:
"Em ji kalîteya hingivê xwe haydar in. Di pêşbirkên ku ez beşdarî wan dibim de, pile ji aliyê juriyê ve bi rêbaza tamkirina kor têne destnîşankirin.
Em jî pir kêfxweş in ku di van cure pêşbirkan de xelatan bi dest dixin. Ev pêşbirk ji bo me pir girîng in û çavkaniya serbilindiyê ne da ku hingivê me nirxê xwe yê rastîn bi dest bixe."
"Em dê hingivê xwe yê xelatgir ji bo hemû deveran bişînin"
Goktepeyê ku bi 10 kewaran dest bi mêşvaniyê kiriye û niha bi 200 kewaran berdewam dike, got ku ew berhemên xwe bi rêya kargoyê dişîne her derê.
Goktepe diyar kir ku ew her sal kewarên xwe 3 mehan dibe zozanên gundê Dêrê ku li bilindahiya 2 hezar û 300 metreyan li Colemêrgê ye lê îsal ji ber barana zêde û şînahiya dewlemend ew li bajêr mane û wiha lê zêde kir:
"Îsal, di biharê de têra xwe baran li bajêr jî barî û ji ber vê yekê şînahiyeke zêde baş hebû.
Lewra em li vir man û hefteya borî me karê xwe temam kir. Em niha di qonaxa amadehiyê de ne.
Di nav hefteyekê heta deh rojan de, em dê hingivê xwe yê xelatgir li gorî sparîşan bişînin hemû deveran."
Goktepe diyar kir ku hem şînahî û hem jî hingiv îsal baş bû û bi saya xelatên ku wergirtine, hingivê ku ew hildiberîne bûye markayek.
Goktepe destnîşan kir ku ew nikarin bi sparîşan re nagihêjin û wiha pê de çû:
"Em gelek sparîşan werdigirin. Her wiha em hewlên xwe ji bo hilberîna hingivê bi kalîtetir didomînin.
Em dê piştgiriyê bidin mêşvanên herêmî yên ku mîna me hingivê bi kalîteya bilind hildiberînin. Ev cure xelat ne tenê ji bo me lê di heman demê de ji bo mêşvanên herêmê jî bifeyde ne."
"Em ji hingivê xwe bawer in"
Mehmet Zekî Sîdarê ku bi piştgiriya xwe rê da Yusuf Goktepe û ew jî dest bi mêşvaniyê kir, her wiha diyar kir ku ew 20 sal in mêşvaniyê dike.
Sîdar got ku ew 4 sal in bi Goktepe re dixebite da ku hingivê bi kalîteya bilind hilberînin û destnîşan kir ku ew îsal ji ber barana têr li wargehên xwe yên zivistanê mane û wiha domand:
"Ji ber ku ev herêm çiyayî û daristanî ye, şînahiya pir bi kalîte lê heye. Ji ber vê yekê, em hingivê bi kalîte werdigirin. 250 kewarên mêşhingivan li cem min hene.
Em dê hêvîdar in ku vê hefteyê berhev bikin. Em li bendê ne dê berhem baş bibe. Em ji hingivê xwe bawer in.
Bêyî bikaranîna dermanekê hingivê bi temamî organîk hildiberînin. Ev hingiv, bi bêhna xwe û kalîteya xwe, hem li vir û hem jî li derve baş tê firotin."
.jpg&w=3840&q=75)


