Li Gola Wanê qedexeya nêçîrê bi dawî bû

17-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Wêne: AA
Wêne: AA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 3 mehan ji qedexeya nêçîra masiyan li Gola Wanê qedexe bi dawî bû û masîgiran jî dest bi karê xwe yên nêçîra masiyan kirine û torên xwe davêjin gola avê.

Piştî qedexeya 3 mehan masîgir torên xwe davêjin Gola Wanê. Li Gola Wanê ji ber ku masî ber bi avên şîrîn koç dikin her sal 15ê Nîsanê ji bo 3 mehan qedexeya nêçîrê tê ragihandin. Li navçeyên Wan û Bêdlîsê yên li kêleka Gola Wanê piştî bidawî bûna qedexeyê, masîgiran 12ê şevê torên xwe avêtin nav golê.

Masîgir Nedim Aslan anî ziman, “Torên ku me derengî şevê avêtibûn me serê sibehê kom kirin. Me encameke baş bi dest xist û rojeke bi bereket bû. Înşallah dê hemû rojên me wiha bi bereket bin.”

Masîgir kêfxweş in ku piştî demeke dirêj dest bi karê xwe dikin. Her sal zêdetirî 10 hezar ton masî ji golê tên girtin û dahata wan ji bo parêzgeha Wanê salane nêzîkî 10 milyon dolar e.

Masîgir Atilla Dagdelen jî li ser bidawîbûna qedexeya nêçîrê got, “Bi hatina 15ê Temûzê re qedexeya nêçîrê bi dawî bû. Me derengê şevê torên xwe avêtin û bi ronahiya sibehê re kom kirin. Dahateke gelekî baş e. Ez hêvî dikim bi vî awayî berdewam be.”

Gola Wanê gola herî mezin a Kurdistanê ye û rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Wanê nêzîkî 15 hezar malbat debara xwe bi nêçîrkirina masiyên Gola Wanê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst