Xebata Tifaqa Kurdistanî dibêje, "yekrêziya Kurdan li Rojava bi dilgeşî û kêyfxweşî pîroz dikin."
Hewlêr (Rûdaw) - Xebata Tifaqa Kurdistanî derbarê rêkevtina ENKS û PYNKê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, em “yekrêziya Kurdan li Rojava bi dilgeşî û kêyfxweşî pîroz dikin.”
Xebata Tifaqa Kurdistanî amaje bi wê kiriye, “Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Suriye (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) îro ragihandin ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin.”
Herwiha di wê daxuyaniyê de, cih bi beşek ji daxuyaniya hevbeş a aliyên Kurdî jî hatiye dayîn ku hatibû gotin, “Herdu şande, ji bo insyatîfa wî ya yekkirina rêza Kurdî li Sûriyê General Mazlum Ebdî bi rêzdarî spas kirin û ji bo destek û keda wan a di yekirina rêza Kurdî de Rêzdar Serok Masûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas kirin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji misogerkirina pêşerojek demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin Dewleta Amerîka spas kirin.”
Xebata Tifaqa Kurdistanî tekez dike, “Ev xebata giranbuha, mifteya serkeftinê ye” û tê diyarkirin, “Di heman demê de hate diyarkirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Dihokê ya 2014 berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin. Mizgînî ew bû ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekîtiyê bi dawî bûye û gihîştine nêrîneke siyasî li ser xalên rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastinê ya hevpar.
Herwiha hatiye diyarkirin, “Em jî wek şandeya Xebata Tifaqa Kurdistanî li Bakurê welatê me, bi heman nêrînê spasiya hemû aliyên ku keda wan di vê xebata pîroz de heye dikin û yekrêziya Kurdan li Rojava bi dilgeşî û kêyfxweşî pîroz dikin.”
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekitiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê îro daxuyaniyeke hevpar dan. Herdu aliyan ragihandin, ku "qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse