Wêranşar (Rûdaw) - Derwêşê Evdî ku qehremanekî kurd e di mîtolojiyê de, tirbeya wî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di rewşeke perîşan de ye.
Ew fermandarê êzidî ku li dijî Osmaniyan, Ereban şer kiriye navê wî di gelek pirtûk û stranan de derbes dibe lê niha gundê wî û yên derdorê di destên Ereban de ne.
Peyamnêrê Rûdawê dîmenên tirbeya Derwêşê Evdî ya bêxwedî û hilweşiyayî tomar kir.
Perwer: Divê gav bê avêtin
Hunermenda ji Wêranşarê Gulistan Perwer aciziya xwe nîşan kir û got, “Eger Wêranşar dixwaze xwedî li dîroka xwe derbikeve divê qîmeta qehremanên xwe yê neteweyî bizanin.”
Perwer di derbarê astengiya ereban a ji bo jinûvekirina tirbeyê jî got, “Niha şaredarî di destê Kurdan de ye. Divê gavek bê avêtin. Ku pêwîst bike dive ew bêne cezakirin.”
Bihaneya mizgeftê
Newiyê ji 7emîn nifşa Derwêşê Evdî Alî Yuksel ku li Wêranşarê dijî, da zanîn ku ji bo çêkirina tirbeyê gelek caran hewl dane lê ji ber sedema gundiyan gotine “tirbeyê ji mizgeftê bilintir bibe” hatiye astengkirin.
Yuksel da zanîn ku gundiyan gazinên xwe li dadgehê kirine û gotine, “Pereyê jinûvekirina tirbeyê ji aliyê PKKê ve tê dayîn” ji ber wê jî niha rê nadin ku em tirbeyê çêbikin.
Pirtûk û Stan
Ronî War û Eyup Kiran di derbarê qehremanê kurd de pirtûk nivîsandine.
Şakiro, Şivan Perwer, Delîl Dîlanar û Baqî Xido û gelek stranbêjin din li ser wê destanê stran gotine.
Destana Derwêşê Evdî
Destana Derwêşê Evdî wekî destana Mem û Zîn, Siyabend Xecê ji aliyê Kurdan ve tê zanîn û li her darê tê gotin.
Di teza Mehmet Şîrîn Fîlîz a ji Zanîngeha Artûklûyê de û Pirtûkxaneya Papatyayê de di derbarê destanê de ev zanyariyan hene:
Yekîneya Eşîrên Tirkmenan + Erebên Şemar û Gesan sînorê Konfederasyona Eşîra Milan îxlal kirin û xwestin ku dest bidin ser deşt û zozanên Kurdan lê di encamê de şerekî mezin qewimî.
Kona 16 stûnî
Wexta dijmin bi peyaman gef li Zor Temîr Paşa dixwin û amadebaşiyên şer dikin, Paşa dikeve rewşeke nebaş. Paşe radigihîne ku kesê di wî şerî de bibe fermander; dê keçika xwe Edûlê bide wî, dê li kêleka konê xwe konekî 16 stûnû vegire, dê bi mulkên cîhanê têr bike, dê pêwîstiyên şer ji bo wî peyda bike.
Edûl li gorî orf û edatên Kurdan xwe dixemilîne, zêr û xişrên xwe li ber dike. Bi wî halê xwe Edûl dibe wekî periyekê.
Edûl di dîwana Paşê/bavê wê de “Qehweya Şertê” dide ser siniyê û li pêş mêvanan yek bi yek digerîne. Lê ti kes ji xwe bawer nake rahişe fîncane qehweyê.
Nameyek ji Şengalê re
Li ser wê yekê Zor Temîr Paşa, nameyekê ji Serokê Eşîra Şerqiyan bavê Derwêş û Sadûn, Evdê Milhim re dişîne û dawê li wî dike ku bila her du zarokên wî û Eşîra Şerqiyan werin alîkariya Milan.
Gava eşqa Derwêş û Edûlê tê zanîn bavê Derwêş, Evdê Milhim Edûlê bi emrê Xwedê ji Paşê dixwaze lê di nava eşîrê de tevlihevî çêdibe. Eşîra Şerqiyan êzidî û ya Milan jî misliman e. Li gorî bîr û baweriyên wan ew nikarin bizewicin.
Xebera nexweş digihije Eşîra Şerqiyên û ew berê xwe didin Çiyayê Şingalê. Li aliyê din axa Milan hêj di bin talûkeya dijminan de ye ku ew eşîr dîsa berê xwe didin dîwana Serokê Milan Zor Temîr Paşa. Paşe bang qehwevan dike û jê daxwaze 3 qeheweyên giran dike û dibêje “Yek ji bo min, ên din jî ji bo birayê min ên Şerqî, Evdî û Omer Axayê Şerqî.”
Qehweya Şertê
Gelek wext derbas nabe Edûl dîsa qehwê dide ser siniya zêrîn û dikeve dîwanê. Berê dide Milan lê ti kes nagire. Edûl li ber Derwêş radiweste. Derwêş radibe ser xwe û “Qehweya Şertê” di qurtekê de vedixe, maçekê dadîne ser gepa Edûlê.
Fermanderê Milan, xalîfeyê Paşê û destgirtiyê Edûlê diyar dibe.
Edûl naxwaze derwêş tevlî şer bibe lê Derwêş wê daxwazê qebûl nake û dibêje, “Axa Kurdan di bin metirsiya dijmin de ye û ezê şer bikim.”
10 salan li hemberî Osmanî û Eraban şer dike.
Derwêşê Evdî di qada şer de jiyana xwe ji dest dide.
Edûl bi hêze bavê xwe Zor Temîr Paşa re tê qada şerî. Gava çavê li birînê Derwêş dike, hewar û qîrînê wê digihêjin esmanan.
Derwêşê Evdî ji bo welatê xwe şer kir û di wê rêyê de şehît ket. Evdî ji bo Kurd û Kurdistanê şehîd bû. Navê Derwêş di dilên hezaran de wekî qehremanekî maye.
Fermanderê Milan di wî şerî de jiyana xwe ji dest da lê Yekîneya Eşîrên Tirkmenan û Eşîrên Eraban hat têkbirin. Ew şer di navbera salên 1780-1800an qewimiye û bi wî şerê di xeta Çiyayê Kurmênc û Mûsilê de sînorê Kurdistanê hatiye xêzkirin.



