Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, îro mamoste û xwendekarên zimanê Kurdî li dijî kêmkirina waneyên Kurdî û astengkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, çalakiyeke nerazîbûnê li dar dixin.
Berdevka Mamoste û Xwendekarên Zimanê Kurdî ya li Efrînê, Irûba Xelîl Ebid ji Rûdawê re axivî.
Wê ragihand ku çalakî dê îro demjimêr di 12:00an de li pêşiya Dibistana Newrozê ya li ser Rêya Recoyê were lidarxistin.
Irûba Xelîl Ebid da zanîn ku çalakiya wan bi temamî sivîl û aştiyane ye û got:
"Daxwaza me ya sereke ew e ku em balê bikişînin ser mafê xwezayî û rewa yê perwerdeya bi zimanê Kurdî bikin."
Berdevkê destnîşan kir ku daxwazên wan tenê bi dibistanan ve ne sînordar in û wiha axivî:
"Em daxwaz dikin ku ji pola yekemîn heta pola 12an hemû bernameya perwerdeyê bi zimanê Kurdî be.
Her wiha divê li zanîngeh û di asta xwendina bilind de jî ev maf bê pejirandin da ku mafê zarokên Kurd ê xwendin û axaftina bi ziman û çanda wan bê misogerkirin."


