Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji ber komkujiya li Kobaniyê bangî civaka navneteweyî kir û xwest ku derbarê komkujiyê de lêpirsîneke navneteweyî were vekirin.
Îro sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke dronî ya Tirkiyeyê de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sivîlan canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminahî û pêkanîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî û olan, binpê dike.
Şevê din û di berdewamiya van siyasetên sûcdar de dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li dijî şêniyên gundê Berxbotanê yê başûrê Kobaniyê pêk anî û di encama wê de 9 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.
Komkujiya Berxbotanê ne komkujiya yekem e ku amûra şer a Tirkiyeyê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê wê pêk tîne.
Ev yek li pêşiya çavên rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî têne kirin bêyî ku tiştî bike û dibe bêdengiya civaka navmeteweyî û rêxistinên wê yên pêwendîdar bi mafên mirovan re destekê dide dewleta Tirk da ku zêdetir sûcên şer li herêmê, pêk bîne.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di dema ku em sûcên ku dewleta Tirk li dijî herêm û gelê me pêk tîne şermezar dikin, em bangî civaka navneteweyî bi hemû saziyên wê dikin her wiha Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku helwesta xwe li hemberî van komkujiyan eşkere bikin û ji bêdengiya xwe derkevin.
Ji ber vî gelî li şûna tevahî cîhanê û di şerê li dijî terorîsta cîhanî ku DAIŞê nûnertiya wan dikir, zarokên xwe kirin qurban.
Her wiha em bang dikin ku lêpirsîneke navneteweyî di vê derbarê de were vekirin û dosyaya komkujî û sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne radestî Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî, were kirin.
Em sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîdan re û ji tevahî gelê xwe re dixwazin. Hêviya başbûnê ji birîndarên xwe re dixwazin.
Em ji gelê xwe teqez dikin ku xebatên me ji bo daxwaza mafên xwe ji dewleta Tirk a ji ber komkujî û sûcên şer ên ku dike, didomînin û em piştrast dikin ku ev kiryar dê me ji berdewamkirina rêya me di avakirina Sûriyeke demokratî, nenavendî û azad de dûr nexe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse