Li Wanê 4 kes hatin girtin

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Qaçaxçîtiya Koçberan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê, hefteya borî bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 9 kes hatibûn desteserkirin û 4 ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 9-15ê Çiriya Pêşînê de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 9 kes hatin desteserkirin û ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê hatin birin.

Piştî karên îfadeyê 9 kes ji Dadgeha Wanê re hatin şandin.

Dadgehê li ser 4 kesan biryara girtinê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst