Nêçîrvan Barzanî: Tarik Ziya Ekîncî dê tim li bîra me be

2 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tarik Ziya Ekîncî Wefat Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên Tarik Ziya Ekîncî re xwest.

Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî doh koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û siyasetvan û ronakbîrê Kurd, Xwedêjêrazî Tarik Ziya Ekîncî, sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim, hevparê xema wan im.

Hêvî dikim Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe canê wî şa bike û aramiyê bide hemûyan.

Em bi rêz û pêzanîn li ked û xizmeta wî dinêrin û her tim dê di bîra me de bimîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst