Guman heye kujerê Axîn û bavê wê zarokek din jî revandibe

16-08-2022
Yûsif Mûsa
Gumana malbata zarokekî diçe ser kujerê Axîn û bavê wê ku ew jî revandibe
Gumana malbata zarokekî diçe ser kujerê Axîn û bavê wê ku ew jî revandibe
Nîşan Zaxo Îbrahîm Daxwaz Axîn Farûq
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Zarokekî şeş salî ji sala 2016an ve li Zaxo li nêzîkî Kampa Çemişko ya Kurdên Êzidî winda bûye û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e. Dê û bavê wî zarokî dibêjin ku gumana wan heye kujerê Axîn û bavê wê, kurê wan revandiye û ji ber vê yekê li navenda polîsê Bêdar a Zaxoyê gilî tomar kirine.

Îbrahîm Daxwaz, di 26ê meha Gulana 2016an de ji mala xwe derdikeve û kamereyên çavdêriyê derketina wî tomar dike û ji kamereyê derbaz dibe û winda dibe. Mala wan li taxa Mihemedî bû ya nêzîkî Kampa Çemişko, heman devera ku Axîn û bavê wê têde hatine kuştin. Dayîka Îbrahîm dibêje, cihek nemaye ew lê negeriyane, û ew nedîtin. Malbat ji kujerê Axîn û bavê wê, bi guman in ku ew jî kuştibe.

Mamê Îbrahîm, Rizgar Îbrahîm dibêje: “Em du mehan lêgeriyan û em heta Hevşîn û Hîzil çûn. Em li vê deverê ligel bira û 15 pismanên xwe bost bi bost li wî geriyan, lê me ew nedît.”

Îbrahîm Dexaz yê bi eslê xwe ji Zûmarê û rûniştvanê Zaxo, di sala 2010an de ji dayîk bûye û dema ku winda bibû ew 6 salî bû.

Bavê wî Daxwaz Îbrahîm jî dibêje: “Em çûne dadgehê,  saziya hewarçûnê , polîsan û hemî dezgehên hikûmeta me daxwaz kiriye, vêca em hêvî dikin vê keysa me eşkere bikin û me jî delîl divê da ku ev kulûderd ji dilê me derbikevin.”

Piştî desteserkirina tometbarekî li Zaxoyê, kesûkarên wî guman hene, heman tometbarê kuştina Axîn Farûq dest di bêserûşûnkirina wî de hebe.

Dayîka Îbrahîm Daxwaz, Şeyma Ebdulezîz jî got: “Kurê min li derdora kampê wenda bû, ew kesê ku ev tawan li heman deverê kirî, şika me diçe ser wî.”

Li gor Rêveberiya Polîsên Zaxo giliya malbata Îbrahîm li çi kesên destnîşankirî nebûne. Ev gumana wan a nû li ser tometbarî di qonaxa vekolînê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst