Tirbespî (Rûdaw)- Birîndarekî teqîna roja 14ê mehê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber giraniya birînên wî li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyana we jidest da.
Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbespiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Duşemê, serê sibehê Peyman Şikrî Ebbas, temen 27 salî, ku di teqîna bajarokê Tikrbsepiyê de bigiranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo jiyana xwe jidest da.
Pêr, 14.06.2014, êrvarî derdora saet 8.30, otombîleke bombekirî li ser cadeya giştî li rojhilatê Tirbespiyê teqiya û tevî ziyanên canî, hemû dikan û malên li derdorê cihê teqînê wêran bûn.
Çavkaniyê aşkere kir ku di teqîna pêr li bajarokê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, asayiş jî dibêje 11 kes in.
Çavkaniyê diyar kir ku di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne û çend birîndar ji ber giraniya birînên wan, li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin.
Ji aliyê xwe ve fermandariya giştî ya asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama teqîna Tirbespiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Asayişê tevî şermezarkirina teqînê, got ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse