ENKS li Tirbespiyê daxwaza avakirina komîteyeka yasyaî dike

16-05-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Tirbespiyê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dike ku komîteyeka yasayî derbarê wê teqînê de lêkolînê bike ku roja 9ê Gulanê li bajarokê Tirbespiyê pêk hat.

 

Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê îro daxuyaniyek derbarê wê teqînê de belav kir ku di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) de pêk hat û tê de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da.

 

Di daxuyaniyê de, şaxê ENKSê got ku “ew kar li dijî kultûra gelê Kurd e û dê dirzeke mezin bixe civaka kurdî de”.

 

Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê herwiha daxwaz kir ku lêkolîneke adil û dadperwer ji aliyê komîteyên hiqûqî derbarê teqînê de bê kirin.

 

Piştî teqînê, hemwelatiyê ku ew mal bi kirê girtiye, ku di dema teqînê de ne li mala xwe bû, ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin.

 

Herwiha gelek kesên din li Tirbespiyê, Çilaxa û navçeyên derdora wê ji aliyê heman hêzên asayişê ve hatine girtin.

 

Şaxê Tirbespiyê yê ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku hemû girtiyên ku destê wan di teqînê de tine ye bên azadkirrin û got jî ku “girtinên bêserûber bi tenê xizmeta dijminên Kurdan dike”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst