MÊRDÎN - Tankerek û otomobîlek li hev qelibîn: Miriyek

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê tankerek û otomobîlek li hev qelibîn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Danê êvarê li ser rêya Midyad û Hezexê tankera ku Manas T.yê 49 salî û otomobîla Muhammet Yeşîlyurtê 29 salî li hev qelibîn.

Di bûyerê de Muhammet Yeşîlyurtê 29 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst