SEMSÛR - Rêveberekî DBPyê hat girtin

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr DBP Girtin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê, siyasetmedarê Kurd Îzzet K. bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” hat girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de, bi ser mala endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îzzet K. de girt.

Bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” Îzzet K. hat desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew bir Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê bir.

Piştî karên îfade wergirtinê Îzzet K. şand Dadgeha Semsûrê.

Dadgehê derbarê wî de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Semsûrê.

Îzzet K. di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ji bo berbijêriya parlamenteriyê serî li Partiya Çep a Kesk (YSP) dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst