Mesrûr Barzanî: Divê ev êriş bê bersiv nemînin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Îran Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên Îranê ya li Hewlêrê wekî “Êrişên bê sedem û namerd” bi nav kir û got nabe êrişên ser Hewlêrê bê bersiv bimînin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Serokwezîrê Kurdistanê ji Davosê bang kir: Divê bê bersiv nemîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê li Swîsreyê ye.

Mesrûr Barzanî li Forumê, têkildarî êrişa Îranê ya li Hewlêrê daxuyanî da

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ew bi hêviya gotûbêjkirina geşedanên aboriyê yên li Herêma Kurdistanê beşdarî forumê bûn û got, “Me dixwest em bi welatên cuda, bi kompanyayên cuda re têkiliyên xwe yên ticarî pêş bixin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand li ser êrişa li Hewlêrê û got, “Êrîşekî bê sedem û namerd e. Divê bê bersiv nemîne.”

“Amerîka bi daxwaza Îraqê li herêmê ye”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Amerîka li ser daxwaza hikûmeta Îraqê li herêmê bi cih bûye û got:

“Em nafikirin ku teror bi dawî bûye. Bûyera şevê din nîşan dide ku aramiya herêmê hîn jî di metirsiyê de ye.

Ji bo em li Herêmê û Îraqê aramiyê dabîn bikin, pêwîstiya me bi hevkarî û piştevaniya navdewletî heye.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku ti hinceta van êriş û dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê nîne û got:

“Wekî Herêma Kurdistanê, ji bo xizmeta gel, ji bo zêdekirina têkilyên bi welatên cîran re, çi ji destê me hatibe me kiriye.

Divê ev êrişên bêbingeh jî bi ti awayî bê bersiv nemînin. Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî têrker e.

Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî, ji bo rawestandina van êrişên ser sivîlên bêguneh bibin alîkar.

Em dixwazin li welatê xwe, di nava aramiyê de bijîn. Hêvî dikim ku ev êriş, ji bo armancên me nebin asteng.”

“Em ne beşek ji vê pevçûnê ne”

Mesrûr Barzanî got, “Tişta sosret ew e ku em ne beşek ji vê nakokiyê ne” û wiha domand:

“Em nizanin çima Îran li Herêma Kurdistanê bi taybet li Hewlêrê gelê sivîl dike armanc. Ti dijminatiya me li hemberî cîranên me nîne.

Ev yek ji êrişên salên dawî ye. Di van salên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê jî êriş pêk hatin. Em nizanin sedemê wan çiye lê hemû îdaiyên wan bêbingeh in.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew aştîxwaz in û tişta pê re mijûl dibin xizmeta gel û pêşxistina herêmê ye û got:

“Em hêvî dikin ku hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî li hemberî êrişan hemû tedbîrên pêwîst bigirin.

 “Şandeya lêkolînê ya Îraqê li Hewlêrê lêkolînan dike. Wan êriş şermezar kir lê em hêvî dikin ku bi wê ve sînordar nemînin.

Divê ev êrîş careke din serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê bin pê nekin. Pêwendiya kesên ku bûne armanca êrişan bi siyasetê ve nîne.

Yên hatin kuştin karsazên serkeftî bûn. Divê êrişa li hemberî gelê sivîl û bêguneh bê pirsîn.”

Rojnamegerek ji Serokwezîr Barzanî pirsî, “Di êrişa duh de Îranê kî kir armanc?” wî jî got:

“Ez hêvî dikim ku hûn bikaribin ji wan bipirsin. Ji ber ku tişta heta roja îro em dibînin ew e ku Îran sivîlan dike armanc.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst