Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên Îranê daxuyanî da

16-01-2024
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Îran Hewlêr Êriş Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser van êrişan daxuyaniyek belav kir û da zanîn:

“Hincetên Supaya Pasdaran a Îranê bi tevahî bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.”

"Herêma Kurdistanê ti carî nebûya çavkaniya gefan"

Serokatiya Herêma Kurdistanê, ev êrişên Îranê wekî "sûcên li dijî nirxên mirovatiyê" bi nav kirin û berdewam kir:

Em êrişên Supaya Pasdaran a Îranê yên ku di encama wan de gelek sivîl şehîd ketine yan jî birîndar bûne bi tundî şermezar dikin.

Serê malbatên şehîdan sax be û Xweda şifayê bide birîndaran.

Hedefgirtina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina sivîlan, li dijî nirxên mirovatiyê, cîrantiyê û hiqûqa navneteweyî tawanek e.

Ev êriş di heman demê de binpêkirina eşkere ya aştî, aramî û serweriya Îraqê ne.

Herêma Kurdistanê ti carî ji bo ti aliyî nebûye çavkaniya gefan û nabe jî.

Hincetên Supaya Pasdaran a Îranê bi tevahî bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.

Ji ber vê yekê jî em bangî Hikûmeta Federal a Îraqê dikin ku ji bo eşkerekirina rastiyan demildest lêkolînan bike û peywira xwe ya parastina Herêma Kurdistanê û astanegirina van êrişan bi cih bîne.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst