Koalîsyon çû Kobaniyê: ‘Îhtimala êrişê heye’

3 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Rojnameger Cuma Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rojnameger Cuma Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kobanî Komên Çekdar Koalîsyon Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Cuma Mihemed da zanîn ku eger heye komên çekdar êrişî Kobaniyê bikin.

Hêzên Hevpeymaniya Naventeweyî li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Piştî ku hêzên Rûsyayê vekişiyan, hêzeke Koalîsyonê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike çû bajêr.

Rojnameger Cuma Mihemed ji Kobaniyê bû mêhvanê bultena Rûdawê û agahiyên nû dan.

Cuma Mihemed û da zanîn, Koalîsyon dê hewl bide ku li ser rewşa Minbicê li gel komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve bigihin rêkeftinekê.

Cuma diyar kir ku hêzeke zêde ya çekdaran li rojavayê Pira Qereqozaqê hatiye civandin û eger lihevkirin çênebe metirsî heye ku êrişî bajarê Kobaniyê bikin.

Rojnameger Cuma Mihemed destnîşan kir ku Bendava Tişrînê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û tîmên pispor hewl didin pirsgirêkên teknîkî yên bendavê hel bikin.

Li gorî agahiyên ku Cuma dane, ev 3 roj in ku Kobanî bê kahreba ye û hêdî hêdî pirsgirêka avê jî derdikeve holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst