DÎMENÊN NÛ - Dema Narîn hat kuştin kî û kî li malê bûn, ew çawa hat veşartin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Dîmenên Nû Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di lêpirsîna kuştina Narîn Gurana 8 salî de, dîmenên kamerayê yên nû derketin holê û dîmen radestî dozgeriyê hatin kirin.

Lêpirsina doza Narîn Guranê berdewam dike û di çarçoveya lêpirsînê de dîmenên nû yên dema Nevzat Bahtiyar wê vedişêre derketin holê.

Li gorî nûçeya CNNê, dîmenên nû yên otomobîla sor a Nevzat Bahtiyar hatin bidestxistin ku cenazeyê Narîn Guranê jî tê de ye.

Dîmen bi kameraya çewlîgê hatine girtin

Dîmen bi kameraya ewlehiyê ya çewlîgê hatine girtin.

Di dîmenên de bi zelalî diyar dibe ku Nevzat Bahtiyar cenazeyê Narînê çawa bi otomobîla xwe biriye di nav çemê nêzîkî gund de veşartiye.

Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku Nevzat Bahtiyar cenazeyê Narînê di nav telîs de, derdora 100 metreyan hildigire û dibe nav çem de vedişêre.

Tê gotin ku Bahtiyar piştre li otomobîla xwe siwar bûye û çûye mala xesûya xwe û li wê derê ça vexwariye.

Li gorî dîmenên dawî, Nevzat Bahtiyar dema cenazeyê Narînê dibe vedişêre û ew bi tenê ye.

Dîmen bi şîfre li ser CDyê hatin qeydkirin

Dîmenên hatin bidestxistin, bi şîfre li ser CDyê hatine qeydkirin û li gel raporê rasdestî Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatine kirin.

“4 kes li malê bûn”

Nûnera CNN TURKê ya Enqereyê Dîcle Canovayê her wiha got:

“Narîn li malê hatiye kuştin û wê demê 4 kes li malê hebûn. Dê, bira, mam û Nevzat Bahtiyar li malê bûn.

Tê îdiakirin, dê di îdianameya de were gotin ku apê Narînê Salîm Guran û birayê wê kuştiye.”

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin. 

Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Her wiha hat gotin ku şileya ku di dema xeniqînê de ji devê Narînê derketiye bi destê mamê wê Salîm Guran ketiye û ji wir bi kursî û dîreksiyona otomobîlê ketiye.

Hat tespîtkirin, ji ber ku term xera bûye di derbarê dema mirina wê de zanyarî nikarin bên dayîn.

Li aliyê din, di çarçoveya lêkolîna kuştina Narîn Guranê de tevî dayik, bira û apê wê û hevjîna apê wê 12 kes wekî tohmetbar hatine girtin.

2 dozgerên komarê li ser dosyayê kar dikin û herî dawî Baroya Amedê jî li ser daxwaza birayê Narînê yê bi navê Baran Guran tevlî dozê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst