Tarik Ziya Ekîncî çû ser dilovaniya xwe

2 demjimêr berê
Nîşan Tarik Ziya Ekîncî Koça Dawiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku Tarik Ziya Ekîncî îro wefat kiriye.

DEM Partiyê got, “Êşa me mezin e” û xebera wefata wî wiha da:

“Siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekînciyê ku jiyana xwe fedayî têkoşîna demokrasî, azadî, wekhevî û aştiyê kiriye îro ji nav me bar kir.”

Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez da zanîn ku Tarik Ziya Ekîncî li mala xwe ya li Stenbolê wefat kiriye.

Keça wî Zelal Ekîncî ji Rûdawê re got ku dê cenazeyê bavê roja yekşemê li Amedê bê veşartin. 

Tarik Ziya Ekîncî

Tarik Ziya Ekîncî sala 1925an li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê.

Wî sala 1949an Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Bijîşk, siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan bû.

Tarik Ziya Ekîncî sala 1965an bû parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP).

Wî serokatiya odeyên bijîşkan ên Amed-Mêrdîn-Sêrtê kiriye

Piştî Muxtiraya 12ê Adara 1971ê bi îdiaya ku "propagandaya Kurdayetiyê û komunîzmê kiriye" 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di serdema derbeya 12ê Îlonê de 5 caran hat girtin û piştî ku hat berdan çû derveyî welêt.

Heta sala 1989an li Parîsê doktorî kir, paşê dîsa vegeriya Tirkiyeyê.

Tarik Ziya Ekîncî di nava Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst