Ozgur Ozel diçe Amedê, bername diyar bû

1 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Ozgur Ozel Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dê 22yê Tebaxê here Amedê.

Li gorî bernameyê, Ozel dê pêşî dê Serokatiya CHPyê ya Amedê ziyaret bike û dê li wê derê dê bi birevebir û endamên partiya xwe re bicive.

Ozgur Ozel paşê jî dê derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibe û dê bi hevşaredar Sera Bucak û Dogan Hatûn re hevdîtinekê bike.

Di hevdîtinê de ew dê li ser “çareserkirina pirsgirêka Kurd”, “qeyûm”, “aboriya bajêr” û “şaredariyê” biaxivin.

Serokê CHPyê dê piştî Şaredariya Amedê bi Parêzgarê Amedê re bicive.

Ozel dê bi Parêzgar re jî li ser pirsgirêkên bajêr biaxive.

Ozgur Ozel dê paşê bi Serokê Platforma Bajarê Amedê Mehmet Kaya re jî re hevdîtinê bike ku di heman demê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst