Li Ranya û Qeladizê erdhej!

15-08-2017
RÛDAW
Nîşan Erdhej Ranya Qeladizê Pişder
A+ A-

Ranya (Rûdaw) – Li bajarokên Pişder û Bitwên a navçeyên Ranya û Qeladizê, ku dikeve başûrê rojhilatê Çiyayê Qendîlê, erdhejek rû da û di encamê de hinek xani derizîn.

 

Derbarê vê yekê de Qayimiqamê Ranyayê Hîwa Qerenî ji Rûdawê re got: “Demjimêr 08.35ê îro danê sibê 15-8-2017, li bajarokên Pişder û Bitwên erdhej çêbû. Erdhejeke bi hêz bûye û li gund û navçeyên derdorê jî hest pê hatiye kirin. Lê ti zainayeke canî û madî nebûye.

 

Hîwa Qerenî diyar kir, ku wan pêwendî bi Rêveberiya Keşnasî û Erdhejzanînê ya Raperînê kirine lê heta niha jî hêza erdhejê nehatiye zelalkirin.

 

Qaymiqamê Ranyayê da zanîn, tîmên wan ên berevaniya şaristaniyê, polîs û asayîş ji bo her egerekî amade ne.

 

Ji aliyê din ve Rêxistina Jeofîzîk a Zanîngeha Tehranê ragihand, ku erdheja li Qeladizê di dijwariya 3.8 pileyên rîxterê bûye.

 

Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejzanînê yê Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm jî ji Rûdawê re tekez kir, ku hêza erdhejê 3.8 pile bûye.

 

Îbrahîm got: “Herêma Kurdistanê ne li ser rîfa erdhejan e, lewma ev hejîn ji ber bandora erdhejên li Îran û derdorê ne.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst