Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr gihîşt asta herî bilind a sê mehên dawiyê.
Îro, di roja yekem a dan û standinên vê hefteyê de bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,6 zêde bû û ons gihîşt 4 hezar û 654 dolaran.
Dolar bê qîmet bû, zêr biha bû
Dolarê ku di asta xwe ya herî nizm a mehên dawiyê de cih girtiye, bandoreke rasterast li bazara zêr kir.
Daketina dolarê Amerîkî wiha dike ku kirîna zêr ji bo wan kesên ku bi pereyên din dan û standinê dikin hêsantir û erzantir be.
Analîst çi dibêjin?
Tim Watererê ku analîstê bazarên darayî yê li şirketeke bi navê “KCM Trade” ye li ser vê mijarê got:
"Zêr bi xurtî dest bi hefteyê kir û vegeriya ser rêya bihabûnê. Bihayê zêr sûdê ji daketina dolar werdigire, di heman demê de bazirganana bala xwe daye ser rêjeya faîza bondên xezîneyê û bandora wê ya li ser siyaseta neqdî û aboriya Amerîkayê."



