PWK: Divê 365 rojên salê ji bo me roja zimanê Kurdî bin

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Zimanê Kurdî Cejna Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku divê 365 rojên salê ji bo Kurdan roja zimanê Kurdî bin.

PWKyê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PWKyê bangî hemû Kurdan kir ku divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî wekî wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanin.

"Zimanê me hebûna me ye"

PWKyê herwiha got:

“Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.”

Peyama PWKyê wiha ye:

“Zimanê Kurdî ji bo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.

Bêguman îro xebata ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîstî û watiniyeke esasî ya netewî, niştimanî ye.

Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî, bi hişmendîya bidestxistina statuyeke neteweyî, cografîk, siyasî ya li Kurdistanê, bi armanca bidestxistina mafê çarenûsa miletê Kurd ve divê bê meşandin.

‘Divê em piştgiriya her gava ji bo pêşdebirina zimanê Kurdî bikin'

Lê îro li Bakurê Kurdistanê ji bo lêxwedîderketin û bipêşdebirina zimanê Kurdî, kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin.

Divê em li hemû xebat, dezgeh, hewl û gavên ji bo zimanê Kurdî xwedî derkevin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û neheqî û xeteriyeke mezin de ye.

Ev 100 sal in Dewleta Tirkiyeyê bi sîyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestîye zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî /Zazakî) tune bike.

‘Ti siyaset û kiryarên Tirkiyeyê nekariye miletê Kurd ji holê rake’

Helbet e ku vê siyaseta şowenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kiriye.

Lê ti siyaset û kiryarên dewleta Tirkiyeyê nekariye miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake.

Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê Kurdî, berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.

‘Lêxwedîderketina zimanê Kurdî ji nav malê dest pê dike’

Îro lêxwedîderketina zimanê Kurdî, ji nav malê bi xwe dest pê dike.

Divê hemû Kurd di nav mala xwe de bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) biaxivin.

Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be.

Dibistana ewil a zarokên Kurdan nav mala wan e.

Dayik û bav û malbatên Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî wekî wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.

‘Divê em li her derê  Kurdî wekî zimanê ewil bi kar bînin’

Divê em di jiyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî wekî zimanê ewil bi kar bînin.

Helbet e ku ji ber rastiya miletê me, em mecbûr in ku li gel zimanê Kurdî, zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya siyasî de bi kar bînin lê divê hemû partîyên Kurd û Kurdistanî di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî, siyasî de zimanê Kurdî wekî zimanê esasî bi kar bînin.

Hemû endamên partiyên Kurd û Kurdistanî divê zimanê xwe yê zikmakî zanibin, fêr bibin û bi kar bînin.

‘Divê peşderbirina ziman wekî wazîfeyeke însanî û neteweyî bê zanîn’

Divê dezgehên sivîl, siyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê Kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

Divê em wekî Kurd, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî dest bidin hev û divê Dewleta Tirkiyeyê vî mafê meşrû, neteweyî, însanî di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên xwe de qebûl bike.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.

Divê 365 rojên salê ji bo me roja zimanê kurdî bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst