ERZINGAN – Zarokê 13 salî hevalê xwe yê 14 salî kuşt

15-02-2024
Nîşan Erzingan Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê, zarokê bi navê F.D. yê 13 salî dema bi demançeya bavê xwe dilîst, bi xeletî hevalê xwe yê 14 salî Haktan Ş. kuşt.

Bûyerê doh li Taxa Aslanliyê ya Erzînganê rû da.

F.D. dema bi demaçeya bavê xwe dilîst demançe teqiya.

F.D. ji destê xwe û hevalê wî yê yê polê Haktan Ş. ji jî dilê xwe birîndar bû

Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du zarokên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Binali Yildirimê ya Erzinganê.

Haktan Ş. li nexweşxaneyê mir, tedawiya F.D. jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst