Rewşa yek ji birîndarên teqîna Tirbespiyê giran e

15-02-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat. Şaxê ENKSê li Tirbespiyê jî teqîn şermezar kir.

Şahidekî ku li cihê bûyerê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku teqîn li ber dikanên bazarê li nêzîkî kenîseya Suryanî qewimî û ji bilî birîndaran ziyanên madî yên mezin gihane xanî û dikanên li cihê teqînê.

Li gorî heman şahidî, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne û birîna yekî ji wan girane, lewra ew ji bo nexweşxaneyek Tirkiyê hatiye rakirin.

Şahidê bûyerê herwiha got ku piştî teqînê hêzên asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gihiştin cihê bûyerê û dever dorpêç kirin.

Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya teqînê, ku bi gotina wî şahidî di rêya otombîleke bombekirî re bû, ne girtiye stûyê xwe.

Derbarê bûyerê de şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê daxuyaniyek da û tê de teqîn şermezar kir.

Di daxuyaniya ENKSê de jî hatiye gotin ku di teqînê de 4 kesên birîndar bûn û birîndarê bi navê Mufîd Hiznî ji ber giraniya birînên wî, ew rakirin nexweşaneyeke Tirkiyê”.

ENKSê di daxuyaniya xwe de got ku ew wî “karê terorîstî û qirêj” ku ewlekarî û aramiya navçeyê têk dibe şermezar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst