Li Bazara Ajelan a Rihayê pirsgirêka karebayê heye

14-12-2023
Mihemed Emîn Demir
Bazara Ajelan a Rihayê / Wêne: Ji ber dîmenan
Bazara Ajelan a Rihayê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Kareba Pirsgirêk Bazirgan Mexdûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, mehek e pirsgirêka elektrîkê heye û esnaf daxwazin ev pirsgirêk were çareserkirin.

Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê bazara herî mezin a ajelan a Bakurê Kurdistanê ye.

Ev bazar ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve ye û ev mehek e ku karebaya bazarê bi berdewamî tê birîn.

Dema elektrîk tê birîn xeta telefon û înternetê qut dibe û danûstandina online radiweste.

Herwiha ji ber nebûna elektîkê qentar kar nake û ew jî dibe sedema mexdûriyeta esnafên bazarê.

Esnafên bazarê bi rêya videoyekê pirsgirêkên xwe ji Rûdawê re anîn ziman.

Esnafê Bazara Ajelan Cevher Turk wiha behsa pirsgirêkê kir.

“Bi hezaran esnaf li vê derê bazirganiyê dikin”

“Ev der Bazara Ajelên Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Urfayê ye. Li vê derê nêzîkî mehekê ye elektrîk tê birîn.

Jenerator heye lê dema elektrîk diçe xeta telefon û înternetê qut dibe.

Bi hezaran esnaf li vê derê bazirganiyê dikin. Divê pereyan online bidin û bistînin lê ji ber ku xet nîne nikarin vê bikin.

Dema elektrîk diçe qentara Bazara Ajelên Zindî jî kar nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst