Karayilan bersivand: Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?

2 demjimêr berê
Nîşan Murat Karayilan Pîvajoya Çareseriyê Bahçelî Erdogan Silav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan got, “Divê mirov zêde wateyê li merhebaya ku daye DEM Partiyê bar neke, zêde mezin neke. Tewr hinek kes dibêjin, ‘Gelo dê pêvajoyeke nû dest pê bike?’ Tiştekî wiha nîne.”

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan pirsên Radyoya Dengê Gel bersivandin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser silava Devlet Bahçelî got:

“Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

“Pêvajoyeke nû dest pê nake”

Murat Karayilan li ser vê silavê û daxuyaniyên dawiyê yên Erdogan got:

“Desthilata AKP-MHPyê tengav bûye, ji ber ku planên wan bi ser neketin.

Beriya 10 salan dema bi rê ketin planên wan ên esas, ew bûn ku di doza Kurd de bi ser bikevin, PKKyê têk bibin, Başûrê Kurdistanê dagir bikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser tasfiye bikin.

Lewma mesrafên mezin kirin lê belê bi ser neketin. Lewma pirsgirêkên aborî zêde bûn. Li hemû Tirkiyeyê birçîtî heye.

Meseleya wan a esas, ev e. Rast e, wan xwest rojevê biguherin, ji bo xwe zemînê ava bikin.

Lewma divê mirov zêde wateyê li merhebaya ku daye DEM Partiyê bar neke, zêde mezin neke.

Tewr hinek kes dibêjin, ‘Gelo dê pêvajoyeke nû destpê bike?’ Tiştekî wiha nîne.

“Her roj Kurdan dikujin”

Divê ti kes xeyalên wiha neke. Ew hîn jî her roj Kurdan dikujin û bi cih dibin. Şerek heye, li ser Rêber Apo tecrîd heye.

Lewma tiştekî wiha nîne lê belê Tayyîp Erdogan dixwaze mixalefetê li gorî xwe dîzayn bike.

Tewr dixwaze destê xwe heya nava wan dirêj bike û bilîze, dixwaze mixalefetê dudilî bike.

Gotinên mixalefetê yên wekî ‘normalbûnê’ û hinek nêzîkatiyên wê yên têkildarî vê yekê, zemînê ji vê re çêdike.”

“Lîstik e, divê mirov nexape”

Karayilan diyar kir ku desthilat ketiye tengasiyê û hewl dide xwe rizgar bike û berdewam kir:

“Ev desthilat tengav bûye, dixwaze xwe ji vê tengaviyê rizgar bike.

Hewldanên wî di vî alî de ne, divê mirov vê yekê wiha fêm bike. Bi gotineke din, divê mixalefet bi van lîstikan nexape. Ev pir girîng e, ev lîstikek e.”

Karayilan li ser êrişên Tirkiyeyê yên li seranserê Kurdistanê jî ev agahî dan:

“Şer ne tenê li Başûrê Kurdistanê ye, li Bakur jî hema hema her roj operasyon hene, ev hemû bi pereyan çêdibin.

Li Rojava jî şer heye. Ji Îdlibê heta Serê Kaniyê her roj bombebaran çêdibin.

Her roj li Efrîn û Şehbayê bombebaran çêdibin. Xebatên MÎTê yên sîxurtiyê hene, ev hemû bi pereyan dibin.

Tirkiye hemû dahatên xwe ji şer re xerc dike. Ji ber vê tevî ku Tirkiye welatekî dewlemende jî niha li Tirkiyeyê mirovên birçî hene.

Dewleta Tirk û dewletên ku Kurdistan dagir kirine, hewl didin di nav civaka Kurd de sîxurtiyê bi pêş bixin.

Şerê taybet, sîxurtî, fihûş û madeyên hişbir di nav civakê de zêde tên bipêşxistin.

Di encama vê de di civakê de dejenerebûn bi pêş ketiye, tiştekî li derveyî exlaqê civakê çêbûye.”

“Ew pere ji xwîna keç û xortên Kurdan tê, wekî jehrê ye”

Murata Karayilan herî dawî bangî cerdevanan kir û got:

“Em nas dikin, Kurd in cerdevan). Piraniya wan jî xwedî li Kurdbûna xwe derdikevin.

Ji xwe banga me ji bo wan bû. Naxwe ji bo yên ku bûne sîxur û kontra û xwe rezîl kiriye, ji bo wan ti banga me nîne.

Lê ji bo kesên neçarî bûne cerdevan dubare banga me heye.

Meyzînin, dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dixwaze li hemberî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê jî êrişên operasyonel bidomîne.

Mesela niha ji bo nobetê bigirin 800 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê, dibe ku hêjmar zêdetir jî be.

Li gel vê taybetî aliyên xeta Qaşura, cihê ku dibêjin Berwarî Bala çeteyên El-Nusra anîne.

Ji çeteyên Suriyeyê, ji çeteyên El-Nusrayê, cerdevanan her kesî tîne û dike nobedar ku leşkerên xwe yên bipere jî bişîne cihekî din û êrişê Kurdan bike.

Ji ber vê bila cerdevan tenê li derdora gundê xwe nobetê bigirin û li wir tevbigerin. Kes ji vê re tiştekî nabêje.

Lê belê pêwîst e tevlî operasyonan nebin. Pêwîst e tevlî operasyonên li Bakurê Kurdistanê nebin.

Yanî, pêwîst e her cerdevan zanibe ku ji bo koka Kurdan biqelînin û siyaseta qirkirinê bimeşînin diçin Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Ji ber vê pêwîst e ti kes tevlî operasyonên hundir û derveyî sînor nebe.

Helbet, ji hemû cerdevanan re banga me ya esasî ew e ku çekan deynin.

Ew meaş ne pêwîst e. Pêwîst e xwe xera nekin. Pereyê ku li ser xwîna keç û xortên Kurdan tê ji wan re ne pêwîst e.

Ew pere wekî jehrê ye, pêwîst e qebûl nekin û tevlî tu operasyonê nebin. Ji hemû cerdevanan re banga me ev e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst