COLEMÊRG – Li 4 stranbêjên dawetan ji ber stranên Kurdî ceza hat birîn

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dawet Stranbêj Colemêg Stranên Kurdî Ozgun Tekçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 4 stranbêjên Kurd ên dawetan bi hinceta “propgandaya rêxistinê” bi 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê 28ê Tîrmeha 2024an bi hinceta ku di dawetên li 3 taxên cuda yên Colemêrgê de, stranên siyasî gotine bi ser navnîşanên 4 stranbêjên dawetan de girt.

Stranbê Ozgun Tekçe, Alî Tekîn, Îlhan Akdogan û Bedîrhan Uçar bi hinceta "stranên siyasî dibêjin" hatin desteserkirin.

Her çar stranbêjên dawetan ku bi awayekî girtî dihatin darizandin, îro ji girtîgehê bi Sîstema Deng Û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştina bûn.

Doz li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi rê ve çû.

Wan di prastina xwe de gotin ku stranên Kurdî ne sûc e û wan xwest bêne berdan.

Piştre jî parêzeran wan parastina muwekilên xwe kirin û heman daxwaz dûbare kirin.

Heyeta dadgehê piştî parastinê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh cezayê girtîgehê li stranbêjan birî.

Dadgehê herwiha biryar da ku hikmê wan piştre bê ragihandin û her çar stranbêjên dawetan hatin berdan.

Van demên dawî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta gerandina govendan û gotina stranên Kurdî bi ser dawet û malên Kurdan de digirin û rojane hinek xort û ciwanên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst