Serok Barzanî bi Elî Baqirî re civiya

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî re civiya.

Malpera Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û Îraqê hat gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û çandî yên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê kirin.

Eli Baqir ji bo beşdarbûna şanda taybet a Herêma Kurdistanê ya di merasîma Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ê Îranê de spasiya Serok Barzanî kir.

Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî doh çûbûÎraqê û îro hat Hewlêrê.

Elî Baqirî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û gelek berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Elî Baqirî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Piştî serdanên Hewlêrê Baqirî çû Silêmaniyê.

Biryar e bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî re jî bicive.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst