Li bajarê Tirbespiyê yê Rojava teqînek mezin çêbû (hat nûkirin)

14-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Tirbespiyê (Rûdaw) – Hat zanîn, di encama teqînekê de li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane ku hemû sivîl in.

Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, ragihand, îşev li bajarê Tirbespiyê teqînek mezin çêbû.

Li gorî agahiyan, di teqînê de ku bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan, herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat gotin ku yên di teqînê de mirine hemû sivîl in…


Tê gotin, teqîn li nêzîkî stasyoneke benzînê ya bajêr çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst