Nêçîrvan Barzanî derbarê qezaya li Germiyanê peyamek belav kir

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Germiyan Qeza Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku mirina xwendekaran a ji ber qezaya li Germiyanê ew ji dil xembar kiriye.

Li gundê Hesîreyê yê li ser rêya Kelar û Kifriyê minîbûsa xwendekaran qulibî.

4 xwendekaran canê xwe ji dest da û 7 xwendekar jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyamê de xemgîniya xwe nîşan da û ji malbat û mirovên qurbaniyan re sersaxî xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bûyera diltezîn a îro mirina hinek xwendekarên amadehiyê û birîndarbûna çend kesên din a ji ber qezeya trafîkê ya li ser rêya Kelar û Kifriyê ez ji dil xembar kirim.

Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û di vê xema bi êş de hevsoz û hevxemê wan im. 

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku rehma xwe li qurbaniyan bike û sebrê bide malbat û mirovên wan.

Herwiha ji birîndaran re jî şîfaya bilez dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst