“Cenazeyê kesê di teqîna Tirbespiyê de hat kuştin perçe perçe bû”

14-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Teqîna ku roja 9ê nîsanê li nav maleke li bajarokê Tirbespiyê çêbû, gelek guman li pey xwe hiştin û heta niha çîrokên cuda li ser wê bûyerê tên vegotin.

Xaniyê ku teqîn tê de çêbûye yê yek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ye ku bi xwe li Almanya dijî û bi kirê daye kurdekî xelkê gundê Girê Pirê bi navê Beşîr Ebdilmecîd Sebirî.

Di encama teqînê de hemwelatiyekî Kurd bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da û yekî din bi navê Casim Hec Saîd birîndar bû, lê Beşîr wê demê ne li mal bû û ew niha li Tirbespiyê li cem hêzên asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, girtiye.

Serokê desteya navxwe yê kantona Cizîrê Kenaan Berekat derbarê bûyerê de ragihand ku “Beşîr di lêkolînan de îtîraf kiriye ku wî bi fermana partiya xwe PDK-Sê dixwest ligel Remezan mizgeftekê li taxa Ereban li Tirbespiyê biteqînin û bombe ji bo vê yekê hazir dikirin”. Lê belê PDK-Sê û malbata Beşîr û Remezan ev yek bi tundî red kirin.

Birayekî Remezan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “Remezan û Casim her du jî endamên PYDê ne û di komîteya parastina şûnwar û asaran a Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de ne, lê ew nizanin bê ew çawa gihiştine mala ku teqîn tê de çêbûye”.

Birayê Remezan aşkere kir ku “hêzên asayişa PYDê îro xeber dane malbatê ku cenazeyê Remezan li bakurê Tirbespiyê li ser rêya gundê Şilûmiyê di nav komek keviran de ye û dema malbat çû wî cihî dîtin ku cenazeyê kurê wan perçe perçe ye û di bin keviran de hatiye veşartin”.

Ev yekemîn bûyere bi vî awayî li bajarokê Tirbespiyê û li Rojavayê Kurdistanê bi giştî çê dibe, ji ber ku teqîn di nav mala endamekî PDK-Sê de çêbûye dema ku ew ne li male û yê li male hatiye kuştin û yê birîndar jî PYDê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst