Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avşînê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Avşînê îro du otomobîl li hev qelibîn û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Hatiye diyarkirin ku şofêrê otomobîlekê û kesekî di heman otomobîlê de li cihê qezayê mir in.
Tîmên tenduristiyê 4 kesên birîndar birin nexweşxaneyên cûda.
Lê li gel hemû midexaleyan kesekî birîndar li nexweşxaneyê mir û hejmara kesên mirî gihîşt 3 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse