Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana got, "Em bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Hewlêr û Bexdayê re dinêrin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Pêşxistina pêwendiyan
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan di civînê de "bipêşxistina pêwendiyên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê yên di warên cuda de" gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji ber rol û piştgiriya berdewam a Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî, hevkariya leşkerî, mirovî, bipêşketin û warê şûnwarnasiyê de spasiya Herêma Kurdistanê ducare kir.
Balyozê Îtalyayê jî tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo xurtkirina zêdetir a pêwendiyan û hevkariya hevbeş kir.
"Îtalya dê piştgiriya xwe bidomîne"
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê her wiha got, "Îtalya bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û li ewlehî û aramiya wan dinêre û dê piştgiriya xwe ya ji bo wan bidomîne."
Li gorî daxuyaniyê, rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê li gel bipêşketinên dawî û aloziyên li herêmê, mijarên din ên civînê bûn.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone jî amade bû.



.webp&w=3840&q=75)