“Medair” wê penaberên Kurdistanê nû tomar bike

14-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, saziya mafê mirovan “Medair“ bi wê yekê erkdar kir ku derdorê 200.000 penaberên 16 kampên penaberyan yên li Başûrê Kurdistanê bi sîstemeke nû ya elektronîk tomar bike.

Li gor daxuyaniya ku Medair li ser malpera xwe belav kiriye, ew 16 kamp li parêzgehên Duhok û Neynowa ne û ewê vê heftiyê li kampa penaberan ya Şarya li parêzgeha Duhokê, ya ku tê de 20.000 penaber tê de dijîn, dest bi karê xwe bikin.

Medair diyar dike ku ewê ji bo tomarkirina penaberan sîstema elektronîk “Last Mile Mobile Solutions (LMMS)“ bi kar bînin û balê dikişîne ser sîstemên ku niha ji bo tomarkirina penaberan tên bikaranîn û ew sîstem ne zêde bikêrhatî bi nav dike û diyar dike:

“Tomarkirina li ser kaxezan belavkirina bi rêkûpêk ya arîkariyan giran dike û hemagengiya di navbera saziyên xêrxaz de jî zehmet dike. Bêyî databankên bi rêk û pêk û sîstemên tomarkirinê yên bikêrhatî, mirov bêtir dikevin jêr metirsiya ku bibin qurbaniyên fêlbazî û diziyan, wiha dikarin ji arîkariyên giring bêpar bimînin.“

Medair diyar dike ku piştê tomarkirinê, her malbatek wê karteke elektronîk wergire ku wêne û hemû agahiyên bingehîn wê li ser wê kartê tomarkirî bin, bi vê yekê jî wê belavkirina arîkariyan bileztir û bi rêk û pêktir birêvebiçe.

Medair diyar dike ku ew vê sîstema xwe li kampa Bekayê ya li Libnanê jî ji bo tomarkirina bi hezaran penaberên sûrî bikartînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst