Hewlêr (Rûdaw) - Hate ragihandin ku li nav bazara bajarê Tirbespiyê saet di 19.00’an de êrîşek bi tirimbêleke bombebarkirî pêk hat. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.
Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku saet di 19.00’an de li nav bazara bajarê Tirbespiyê li nêzîkî Dêra Suryanan a bajêr êrîşeke bi tirimbêleke spî ya ji curê ‘Hyundai’ ku beriya demeke kurt li vir hatibû rawestandin ji dûr ve hate teqandin.
Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî dijwar e û rakirine nexweşxaneya bajarê Qamişlo.
Navên birîndaran jî wiha ne: Şiyar Ebdilrehman, Mesûd Yeiqûb û Mufîd ku paşnavê wî nehate zanîn.
Hêzên Asayîşa PYDê tavilê berê xwe dane cihê buyerê û li vir lêkolîn dane destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse