Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê bi balafireke kargoyê amûrên leşkerî û çek şandin Rojavayê Kurdistanê.
Balafireke kargoyê ya Amerîkayê li baregeha Xirab El Cîrê ya li devera Rimelanê ya Rojavayê Kurdistanê daket.
Balafir ji bilî hinek leşkerên Amerîkayê tije çek, amûrên leşkerî û lojîstîk bû.
Di dema daketina balafirê de balafirên çavdêriyê li asîmanê baregehê difiriyan.
8ê Kanûna Paşîn jî balafireke kargoyê ya Amerîkayê ku tije çek û amûrên leşkerî yên bipêşketî li bargeha Xirab Cîrê daket.
Hevdem bi daketina balafirê re, helikopterên Amerîkayê li ser asîmanê herêmê firiyan da ku di dema daketinê de ewlehiya balafirê biparêzin.
Ev piştgirî di çarçoveya xurtkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê ye.
Li Sûriyeyê nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê hene.
Pentagonê berê ragihandibû ku tenê 900 leşkerên wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene lê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Amerîkayê bi awayê fermî eşkere kir ku hejmara hêzên wan ên li Sûriyeyê zêde bûye.
#VÎDEO - Amerîkayê bi balafireke kargoyê amûrên leşkerî û çek şandin Rojavayê Kurdistanê#Rojava pic.twitter.com/5kYHHSAmhO
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 14, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse