Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê elektrîka giştî rojane tenê 5 heta 6 demjimêran heye.
Ev rewş ev 5 meh in didome û germahiya 45 pileyî ya havînê barê xelkê girantir kiriye.
Ji ber nebûna elektrîkê, gelek kesan berê xwe daye enerjiya rojê û li ser banên mal û dikanên xwe panelan bi cih dikin.
Lê belê bihabûna panelên rojê rê li ber xelkê hejar digire.
Kesên ku derfeta wan a aborî heye dikarin pergala rojê bikirin lê yên din di kelekela germa havînê de bê çare dimînin.
"Dengê jeneratoran cîranan aciz dike"
Cîhad Îbrahîmê ku xwediyê firneyekê ye, diyar kir ku elektrîk têra wan nake û got:
"Elektrîk têra me nake. Demjimêrekê tê û qut dibe, paşê venagere. Ji ber vê yekê em bi destan dixebitin yan jî em jeneratoran vedixin. Lê cîranên me ji ber dengê jeneratoran gelekî aciz dibin û nikarin razin."
Pergala enerjiya rojê ji 500 dolarî dest pê dike
Piştî zêdekirina baca gumrikê ya li Sûriyeyê, baca li ser hin alav û kel û pelan ji sedî 30 zêde bû.
Ev yek bû sedem ku amûrên enerjiya rojê jî biha bibin.
Niha paneleke enerjiya rojê di navbera 80 û 100 dolarî de ye.
Bataryayeke ku berê 170 dolar bû jî niha gihîştiye 250 dolarî.
Elî Geto firoşkarê panelên rojê ye û wî qala bihabûna amûran kir û got:
"Pergala panela rojê ji 500 dolarî dest pê dike û li gorî daxwazê heta 2 hezar dolarî jî derdikeve. Ji bo malekê herî kêm 500 dolar pêwîst e.
Lê li bajarê me gelek kes karker in û meaşê wan ê mehane tenê 2 milyon lîreyên Sûriyeyî ye. Ma ew dê çawa pergaleke wiha bikirin?"
Li Kobaniyê heta niha pergala ampêran nîne.
Di heman demê de elektrîka giştî kêm e û çareseriya alternatîf jî lêçûneke giran dixwaze.
Malbatên bi dahata kêm nizanin dê di germa havînê de pêwîstiyên xwe yên elektrîkê çawa peyda bikin.


