Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser hevdîtinên ku li Şamê hatine kirin daxuyaniyek belav kir.
YPJyê diyar kir ku hevdîtin bi awayekî erênî û avaker derbas bûye û ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê dê hevdîtinên wan bidomin.
Hevdîtina bi Wezareta Karên Navxwe re
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandariya YPJyê 26ê Tebaxê bi şandeyeke fermî ya Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz a Şamê re hevdîtinek kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de ewlehî û aramiya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de jî bi awayekî berfireh hatin gotûbêjkirin.
Paşeroja YPJyê
YPJyê ragihand ku rojeva sereke ya civînê paşeroja YPJyê bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hat tekezkirin ku YPJ dikare wekî hêzeke taybet û rêxistinkirî di nav Wezareta Karên Navxwe de were entegrekirin."
Peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an
YPJyê destnîşan kir ku hevdîtin erênî bûye û wiha pê de çû:
"Hevdîtin bi awayekî erênî û avaker derbas bû. Ji bo temamkirin û gihîştina encamê ya pêvajoya entegrasyonê ya di çarçoveya Peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de, dê hevdîtin û dan û standinên me bidomin."



