DIHOK - Cenazeyê ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê hat dîtin

14-01-2024
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dihok Bakurê Kurdistanê Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê cenazeyê ciwanekî di apartmanekê de hat dîtin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku ew ciwan ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye û tê texmînkirin ku hatiye kuştin.

Îro danê sibehê li taxa Maltayê ya Dihokê cenazeyê ciwanekî li qata yekê ya apartmanekê hat dîtin ku li ser laşê şopên guleyan hene.

Li gorî agahiyên destpêkê, ciwanê ku cenazeyê wî hatiye dîtin di navbera 30 û 35 salî de ye.

Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd anî ziman:

“Ew kes berê li Silêmaniyê dixebitiye lê paşê hatiye Dihokê û di kompanyayekê de jimaryarî dikiriye.

Bêyî ku ti çek di apartmanê de werin dîtin, li ser laşê wî ciwanî şopên guleyan hene. Lewma xuyaye ku ji aliyê kesekî yan kesan ve hatiye kuştin.”

Aliyên pêwendîdar li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin û heta niha ti kes nehatiye girtin.

Tîman cenazeyê wî ciwanî bir Bijîşkiya Dadî ya Dihokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst