Ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Berf Baran Bakurê Kurdistanê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û barana zêde da.

Rêveberiya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku li hemberî bandorên neyînî yên keşûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê  Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hatiye belavkirin, tê pêşbînîkirin îro li parêzgehên Agirî, Bedlîs, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf û baran bibare.

Rêveberiya navborî bi taybetî ji bo parêzgehên Şirnex, Colemêrgê û derdorê wan parêzgehan hişyariya berf barîneke zêde da.

Rêveberiyê bangî welatiyan kir ku li hemberî bandorên neyînî yên wekî girtin û qeşagirtina rêyan û astengiyên çûnûhatinê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst