Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya salvegera 51emîn a damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
PDKyê di peyama xwe de tekezî li ser yekrêzî û hevahengiya aliyên siyasî kir.
Di peyama PDKyê ya ku pêşkêşî Serokê YNKyê Bafil Talebanî û birêvebiriya wê hatiye kirin de wiha hat gotin:
"Em bi boneya salvegera 51emîn damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, we yên birêz, kadro, endam û alîgirên YNKyê bi germî pîroz dikin. Em hêviya serkeftinê ji we re dixwazin."
Banga yekrêziyê
PDKyê di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser yekrêziya navxweyî got:
"Em di vê derfetê de, careke din tekezî li ser hevahengî û yekrêziya hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin.
Ev yek ji bo çareserkirina rast û dirust a pirsgirêk û mijarên çarenivîssaz ên niha gelekî girîng e.
Her wiha divê em destkeftên xwe biparêzin, saziyên xwe xurt bikin û daxwaza parastina qewareya destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê bikin.
Em careke din we pîroz dikin."
