Serokwezîrê Îraqê bi Bafil Talebanî re civiya

13-11-2024
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Kurdistan Îraq YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî re civiya û daxwaza avakirina Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro piştî ku li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya çû Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re civiya.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê li ser serdana Sûdanî ya Silêmaniyê daxuyanî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Sûdanî diyar kir ku bipêşketineke din a li pêşiya serkeftina pêvajoya hilbijartinên Herêma Kurdistanê avakirina hikûmetê ye.

Serokwezîrê Îraqê hêviya bilezkirina avakirina Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê xwest.

Sûdanî îro serdanekê hat Herêma Kurdistanê.

Sûdanî bi serkirdeyên Kurdistanê re li ser meaş, petrol, avakirina hikûmetê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst