Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdên Êzdî gundên xwe vala dikin û endamekî Encûmena Êzdiyên Rojavayê Kurdistanê jî dibêje: “Hemû Êzdiyên Rojava berê xwe didin Başûrê Kurdistanê."
Endamê Encûmena Êzdiyên Rojavayê Kurdistanê Serhan Îsa bo Rûdawê ragihand ku ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdên Êzdî gundên xwe vala dikin û got: “Gundê Til Xatûn ku 15 mal lê bûn bi tevahî hatiye valakirin û akinciyên wê berê xwe dane nêzîkê bajarokê Tirbe Spiyê û li gundê Alareş bicîh bûne.”
Serhan Îsa got: “Piştî êrîşên DAIŞê nêzîka 3 hezar Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê mane, niha ji ber êrîşên Tirkiyê, ew hejmar jî xwe amade dikin ji Rojavayê Kurdistanê birevin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.”
Di heyama 5 rojên êrişê de bi awayekî berdewam bajarên Rojavayê Kurdistanê yên dikevin ser sînor ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebaran û topbarankirin.
Di encama bombebaran û topbaran artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê heta niha hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Herwiha di serî de Serê Kaniyê û Girê Spî, li navçeyên dikevin ser sînor, şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên Kurd û grûpên çekdar ên bi piştevaniya artêşa Tirkiyê, rû didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse