Girtiyê Kurd roja ku dê bihata berdan mir: 71 salî bû

5 demjimêr berê
Nîşan Girtiyê Kurd Abdulmelîk Okyay Girtîgeh Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Abdulmelîk Okyayê 71 salî yê ku li Girtîgeha Tîpa Hyê ya Erziromê dihat girtin, roja ku dê bihata berdan mir.

Abdulmelîk Okyay berê di nav birêvebiriya partiyên HEP, DEP, HADEP û HDPyê yên Erziromê de cih girtîbû.

Okyay ji ber parvekirinên medyaya civakî hatibû girtin û di Girtîgeha Erziromê de dima.

Okyay dê 2yê Îlonê bihata berdan lê ji ber ku Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê neciviyabû nehatibû berdan.

Girtiyê 71 salî roja ku dê bihata berdan, li girtîgehê krîza dil kir.

Timên tenduristiyê ew veguhast nexweşxaneyê lê wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Okyay dê îro li gundê Qirikanê yê navçeya Tatosê bispêrin axê.

“Girtîgeh bûne malên mirinê”

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Abdulmelîk Okyay ji ber cezayê parvekirinên li ser medyaya civakî di Girtîgeha Tîpa Hyê ya Erziromê de bû.

2yê Îlonê cezayê wî bi dawî bû lê ji ber ku Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê neciviya nehat berdan.

Malbata wî li hêviyê bû ku were berdan lê di encama krîza dil de canê xwe ji dest da.

Serê malbata wî û hezkiriyên wî sax be û sebirê ji wan re dixwazim.

Dema em dibêjin girtîgeh bûne malên mirinê em behsa vêya dikin.

Bes e êdî, dawiyê li zilma li girtîgehan bînin.”

“Reben e, tirsonek e û şepirze ye”

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Zîhniyeta ku siyasetmedarekî ji ber parvekirinên medyaya civakî digire reben e, tirsonek e û şepirze ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst