GEVER - Ji kurê xwe yê ku nikare bimeşe re amûreke taybet çêkir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gever Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bavekî ji kurê xwe yê nexweş re amûreke taybet çêkir.

Aydin Budakê 45 salî ji kurê xwe Ahmet Budakê 12 salî re ku nexweşiya serebral ango falinca mêjiyê pê re heye amûreke pê bikare bimeşe çêkir.

Ahmet di 6 mehiya xwe de falinca mêjiyê derbas kiriye û niha nikare bimeşe.

Bavê wî bi derfetên xwe amûrek çêkiriye ku kurê wî karibe li ser pêyan raweste û wî li nav kolanên Geverê bigerîne.

Bavê Ahmet diyar kir ku kêfa kurê wî gelekî ji vê amûre re hatiye.

Bavê zarokê nexweş Aydin Budak got:

“Her roj dixwaze bigere. Dixwaze her roj derkeve lê em nikarin her roj wî derxin û bigerînin.

Ev sehpa ji bo rawestandina astengdaran e.

Divê ya hemû astengdarên serebralê hebe.

Divê rojane nîv saetan an saetekê di nav vê de bisekine.”

Bavê Ahmet da zanîn ku ji bo dermankirin û çareserkirina nexweşiya wî ew her rêyê diceribînin.

“Li kû rêbazeke dermankirinê hebe em dişopînin”

Bavê zarokê nexweş Aydin Budak her wiha anî ziman:

“Rêbazên dermankirinê çi bin, em rêbazên ku nû derdikevin diceribînin.

Li derveyî welat û Tirkiyeyê cureyên cuda yên dermankirinê hene.

Ji ber ku em nizanin heta çi astê sûda wan heye em nikarin biçin.

Lê li kû derê rêbazeke dermankirinê hebe em dişopînin.”

Bi qasî Ahmet, malbata wî jî dema bextewariya zarokê xwe dibînin bi vê amûrê kêfxweş dibin.

Tişta wan xemgîn dike ew e ku heta niha zanista tibî ji bo nexweşên serebral (falinca mêjiyê) çareseriyek nedîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst